Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Îraqê Ebû Huseyn Hemîdawî li ser helwesta Amerîkayê ya li hemberî şerê Îranê got, "Eger Amerîka destwerdanê bike, wê demê em dê bê dudilî êrişî berjewendî û baregehên wê yên li herêmê bikin."
Hemîdawî her wiha diyar kir ku Îran bi xwe dikare vî şerî bike ku Îsraîlê dest pê kiriye û pêwîstiya wê bi ti aliyekî din nîne ku di warê leşkerî de piştgiriya wê bike.
Sekreterê Giştî yê Ketaîbên Hizbulah yên Îraqê Ebû Huseyn Hemîdawî îro daxuyaniyek derbarê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de belav kir.
Ebû Huseyn Hemîdawî diyar kir ew ji nêz ve çavdêriya liv û tevgera Amerîkayê dikin û got, "Eger Amerîka destwerdanê bike, wê demê em dê bê dudilî êrişî berjewendî û baregehên wê yên li herêmê bikin."
Ebû Huseyn Hemîdawî amaje bi wê yekê jî dike ku pêwîst e hikûmeta Îraqê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bigire û hêzên Amerîkî jî derbixe.
Sekreterê Giştî yê Ketaîbên Hizbulah yên Îraqê Ebû Huseyn Hemîdawî di daxuyaniya xwe de wiha got:
Komara Îslamî ji bo tekoşîna saziya Siyonîst a tawankar, pêwîstiya wê bi piştgiriya leşkerî ya ti aliyî nîne, ji ber ku ew xwedî kes û şiyanên wisa ye ku bes in ji bo pozê Netanyahu bişkîne û stemkariya vê saziya dagirker têk bibe.
Di demekê de ku Îran bi wêrekî û berxwedanê rûbirûyî destdirêjiya Siyonîstan dibe, em ji nêz ve çavdêriya tevgerên artêşa dijmin a Amerîkî li herêmê dikin.
Eger Amerîka destwerdanê di vî şerî de bike, wê demê em ê rasterast û bê dudilî êrîşî berjewendî û baregehên wê li herêmê bikin.
Ji ber rewşa heyî, erk e li ser milê Hikumeta Îraqê, birayên me yên di Çarçoveya Hevahengiyê de û dilsozên di nav desthilatê de ku berpirsiyariya xwe hilgirin û helwesteke wêrek nîşan bidin da ku çembera şer firehtir nebe.
Ev jî bi girtina balyozxaneya xeraba herî mezin û derxistina hêzên dagirker ên Amerîkî ji welat pêk tê, ji ber ku ew gefa herî zelal û xeternak in li ser ewlehiya Îraqê û aramiya herêmê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse