Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan Zeynel Kete di Festîvala Munzûrê de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got, "Dêrsimî hemû Kurd in û ola wan jî Rêya Heq e û zimanê Rêya Heq jî Kurdî ye.”
23yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê dest pê kir û bi çalakî, semîner û panelên cuda cuda berdewam dike.
Gelek rexne tên kirin ku bi taybetî zimanê semîner û panelan Tirkî ye.
"Ziman nasnameya me ye"
Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) li ser vê mijarê got, “Divê ev festîval bi zimanê Xizir be, yanî bi Kurdî be. Ziman nasnameya me ye, ziman hebûna me ye."
Zeynel Kete li ser parastina Kirmanckî û Kurmancî ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak re axivî.
Kete di destpêka axaftina xwe de karkerên ku li Eskîşehîrê di şewatê de canê xwe ji dest dabû bi bîr anîn.
"Me xwest êş û zilm were dîtin"
Kete armanca destpêkirina festîvalê ya 24 sal berê bi bîr xist û got ku wê demê li Dêrsimê zext û zordariyeke mezin hebû û biland:
"Beriya 24 salan li Dêrsimê, warê bav û kalên me hemû dihat şewitandin û desteserkirin pir zêde bûn.
Me nedikarî em werin warên xwe. Me got em hem wan tiştên ku bi serê me de hatine bi bîr bînin, hem jî bidin naskirin. Me xwest ew êş û zilma ku me dîtiye were dîtin."
"Zimanê Rêya Heq Kurdî ye"
Zeynel Kete tekezî li ser girîngiya zimanê dayikê kir û diyar kir ku divê çand û bawerî bi zimanê xwe yê zikmakî bê vegotin.
Wî got ku Dêrsimî bi Kirmanckî (Zazakî) û Kirdaskî (Kurmancî) diaxivin û ev yek divê di festîvalê de jî serdest be.
Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan got, "Dêrsimî hemû Kurd in û ola wan jî Rêya Heq e û zimanê Rêya Heq jî Kurdî ye.
Kalên me digot, 'Zimanê me zimanê Xizir e'. Divê ev festîval jî bi zimanê Xizir be. Stran, çîrok û dîroka me divê bi zimanê dayika me bin."
Kete di dawiya axaftina xwe de careke din bal kişand ser girîngiya ziman û got, "Ziman nasnameya me ye, ziman hebûna me ye. Mirov bê ziman bimîne, bê çand, bê ol û bê bawerî dimîne."
Divê were gotin ku Festîvala Munzûrê dê heta 27ê mehê bi çalakiyên wekî panel, forum, meş û konseran bidome.
#VÎDEO - Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewiyan Zeynel Kete: Dêrsimî hemû Kurd in û ola wan jî Rêya Heq e û zimanê Rêya Heq jî #Kurdî ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 25, 2025
🎙️ Zeynel Kete: Kalên me, dê û bavên me digot, ❝Zimanê me zimanê Xizir e❞ û divê ev festîval bi zimanê Xizir be
🛑 Festîvala Munzûrê li… pic.twitter.com/c4aDQMJpg0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse