Dêrsim – (Rûdaw) - Li Dêrsimê 23emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê dest pê kir lê ji ber mirina 10 karkerên şewata li Eskîşehîrê, beşa şahî û kêfxweşiyê ya festîvalê hat betalkirin.
Festîval dê heta 27ê mehê bi panel, forum û konseran berdewam bike.
Ji gelek bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê welatî û komên hunerî beşdarî festîvalê dibin.
Lê îsal ji ber şewata daristanê ya li Eskîşehîrê ku tê de 10 karkerên parastina daristanê canê xwe ji dest dan, Komîteya Amadekar biryar da ku hemû bernameyên şahî, govend û şahiyê betal bike.
"Ji bo Dêrsimê û pîrên xwe vedigerin"
Ji serê sibê ve, Dêrsimiyên ku li derveyî bajarê xwe dijîn, li Qada Seyîd Riza kom bûn. Gelek ji wan bi kelecaneke mezin li ber peykerê Seyîd Riza wêneyên bîranînê girtin û kêfxweşiya xwe ya ji bo vegera li ser axa pîroz nîşan dan.
Rehîme Firat Gedîka ku ji bo festîvalê hatiye Dêrsimê got, “Me Dêrsim meraq kir. Gelek xweşik e, bêhempa ye.
Mirovên xwe, ava xwe, şînahiya xwe, her tiştê wê rind e. Em dê biçin serdana Duzgun Baba jî.”
Welatiyeke din a bi navê Întizar Gonek ku ji Mêrsînê hatiye û wê jî hestên xwe wiha anî zimên:
“Ez ji ber hesret û bêrîkirinê hatim. Min bêriya van deran kiriye. Ez dê biçim Mûnzir Baba, Xozat û Pilûr.”
Koma navdar a govendê ya Dêrsimê, "Varvara" jî ji bo pêşkêşkirina hunera xwe hatibû festîvalê. Lê ji ber biryara Komîteya Amadekar a betalkirina beşa şahiyê, komê nekarî govendên xwe pêşkêş bike.
Serokê Komîteya Amadekar a Festîvala Munzûrê Alî Riza Bîlîr jî got, “Li Eskîşehîrê ji ber şewata Daristanê mixabin 10 hevalên me yên kedkar canê xwe ji dest dan.
Ji ber vê yekê me gelek çalakî betal kirin.”
"Armanca festîvalê parastina ziman û nasnameyê ye"
Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku li cihê wê qeyûm hatiye danîn jî diyar kir ku armanca sereke ya festîvalê parastina ziman û nasnameya Kurdî ye û got:
“Dêrsim jiyan e. Em dixwazin mêvanên me li zimanê xwe, çanda xwe û li xwezaya xwe xwedî derkevin. Destê xwe ji îradeya me, ji bîr û baweriya me, ji çand û zimanê me bikişînin.”
Festîval dê heta 27ê mehê bi çalakiyên wekî panel, forum, meş û konseran bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse