HSD: Li Dêrezorê 5 şervan şehîd ketin

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku serê sibehê li bajarokê Behra el-Wustayê yê rojhilatê Dêrezorê di êrişeke DAIŞê de 5 şervanên wan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku şervanên wan bi awayekî serkeftî bersiv daye êrişeke DAIŞê û ew êriş têk biriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku DAIŞê li bajarokê Behra el-Wustayê yê rojhilatê Dêrezorê êrişek pêk aniye.

HSDyê di daxuyaniyê de diyar kir ku “5 şervan şehîd ketine û şervanek jî birîndar bûye” û piştî şer û pevçûnên dijwar, operasyonên lêgerîn û şopandinê ji bo girtina DAIŞiyên reviyayî dest pê kiriye.

HSDyê tekez kir ku xwîna şehîdan li erdê namîne û anî ziman:

"Em sersaxiyê ji malbat û hevalên wan re dixwazin û tekez dikin ku xwîna wan li erdê namîne.

Em bi hemû hêza xwe li hemberî van çeteyên terorîst radiwestin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.

Em dê hemû kesên ku beşdarî vê êrişê bûne, piştgirî daye yan jî plan kiriye, li gorî yasayê û bi hêza xwe bişopînin."

HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî xelkê herêmê kir ku bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin û tekez kir ku ew dê ji bo parastina sivîlan û misogerkirina ewlehiyê operasyonên xwe yên bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst