Hêzên Îranê li Şino û Bokanê 2 Kurd desteser kirin

25-09-2025
RÛDAW
Nîşan Resûl Asin Hîwa Mihemedî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hezên ewlehiyê yê Îran du kesên ên bi navên Resûl Asin û Hîwa Mihemedî li bajarên Şino û Bokanê yên Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên Îranê Resûl Asin û Hîwa Mihemedî desteser kirin û ew birine cihekî nediyar.

Hengawê ragihand ku Hîwa Mihemedî yê xelkê gundê Legizê yê Bokanê, roja sêşemê piştî ku ji aliyê Îdareya Îtilaatê ve hatiye gazîkirin, hatiye desteserkirin.

Li gorî çavkaniyekê, hefteya borî jî Hîwa Mihemedî hatibû gazîkirin û hêzên ewlehiyê dest danîbû ser telefona wî.

Li Şinoyê bi ser malê de girtin

Her wiha roja yekşemê jî Resûl Asinê 48 salî yê xelkê Şinoyê, di Bİserdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Resûl Asin biriye navendeke girtinê li bajarê Urmiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst