Li Amedê qeza: 2 mirî û birîndarek

25-09-2025
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê qezayeke trafîkê çêbû û di qezayê de 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Kamyoneta ku M.C. diajot û kamyoneta ku A.Î.T. diajot li hev qelibîn.

Di qezayê de şofêr A.Î.T. û A.E.Kyê ku di kamyonetê de bûn li cihê qezayê mirin.

Her wiha  şofêrê din jî birîndar bû.

Di heman demê de 14 serî pezên ku di kamyonetê de bûn jî mirar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê ajokarê birîndar bir nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst