Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Şêxanê di merasîma danasîna namzedên PDKyê de axivî.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pêknehatina destûra Îraqê sedema pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye û got, "Destûr nayê pêkanîn, ji ber wê jî pirsgirêka me ya meaşan heye."
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya bangaşeya partiya xwe de li Şêxanê gotarek pêşkêş kir.
Alîkarê Serokê PDKyê di destpêkê de behsa pêkvejiyana xelkê Şêxanê kir û got, "Dîmenê herî xweş ku îro ez pê dilxweş bûm, ew bû ku zanayên dînî yên Êzidî, Misilman û Xiristiyan bi hev re li vir in.
Ev dîmenekî pir ciwan ê Kurdistanê ye û divê her tim bimîne. Ev dîmen dostên me dilxweş û nexwazên me jî aciz dike."
Nêçîrvan Barzanî çend caran di bangaşeya partiya xwe de daxwaza milyonek dengî kiribû.
Nêçîrvan Barzanî vê carê li Şêxanê ji alîgir û endamên partiyê re got, "Ji ber vê germahiya we, min kêm jî gotiye.
Ez milyonek deng dixwazim. We moralê min bilindtir kir ku em daxwaza zêdetirî milyonekê dengan bikin."
"Li vê herêmê efsaneya DAIŞê hat têkşikandin"
Alîkarê Serokê PDKyê di gotara xwe de pesnê rola xelkê Şêxanê da û got, "Ev sînor warê PDKyê ye, warê komek qehreman û şehîdan e.
Pêşmergeyên devera Şêxanê bi Êzidî, Misilman û Xiristiyanan ve bi hev re ji bo doza gelê xwe xebat kir.
Xelkê vê herêmê nehişt DAIŞ bi pêş ve were, efsaneya DAIŞê hat têkşikandin."
Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn ku "PDK garantora parastina Kurdistanê, garantora pêkvejiyanê û avedankirina Kurdistanê ye."
"Ev qonaxa guhertina yasayan û pêkanîna destûrê ye"
Alîkarê Serokê PDKyê armanca partiya xwe ya ji bo xula şeşem a Parlamentoya Îraqê eşkere kir û got,"Armanca me ya li Bexdayê ew e ku federalîzm û destûra Îraqê bê bicihanîn."
Nêçîrvan Barzanî rexne li helwesta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê girt û got,"Sîstema ku Îraq li hemberî Herêma Kurdistanê bi kar tîne bi temamî navendî ye.
Destûr nayê pêkanîn, ji ber wê jî pirsgirêka me ya meaş, pirsgirêka me ya Madeya 140î û pirsgirêka mafên Pêşmergeyan hene.
Meseleya meaşan mafê hemû xelkê ye û ewlehiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."
Nêçîrvan Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê kir ku li hemberî zext û astengiyan li ber xwe daye.
Alîkarê Serokê PDKyê behsa erka parlamenterên PDKyê jî kir û got, "Erka parlamenterên me vê carê girantir û pîroz e.
Erka wan ew e ku destûrê veguherînin pratîkê û yasayên Îraqê ji merkezîbûnê biguherînin bo federalîzmê.
Yasayên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê (yasayên serdema Beasê) ji bo bipêşketina Îraqê asteng in."
"Êzidiyan ji bo avakirina mizgeftê erd bexşandiye"
Alîkarê Serokê PDKyê beşek ji gotara xwe ji bo pêkvejiyana pêkhateyan a li Şêxanê veqetand û wiha got,"Xelkê Êzidî erda xwe ji bo avakirina mizgeftê bexşandiye."
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku rejîma berê gelek hewl da ku pêkvejiyanê têk bide lê ti carî bi ser neket.
Alîkarê Serokê PDKyê li ser hewlên partiya xwe yên ji bo Xiristiyanan jî got, "Hemû hewldana me ew e ku Xiristiyan koç nekin û li ser axa Kurdistanê bimînin, ji ber ku PDK piştevanê herî mezin ê Xiristiyanan e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse