Hewlêr (Rûdaw) – Jinên Ereb ên ku li Hewlêrê dijîn, behsa cudahiya jiyana li Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Îraqê dikin.
Ew jin amaje bi wê yekê dikin ku li Herêma Kurdistanê azadî zêdetir e, yasa serdest e û mêrên Kurdan li gorî yên bajarên din ên Îraqê nermtir in û rêzê li jinan digirin.
Ula Mesaya ku li Hewlêrê karmend e, diyar kir ku azadiya jinan li Kurdistanê ji naverast û başûrê Îraqê zêdetir e û got, "Bi baweriya min sedema vê yekê ew e ku li Hewlêrê yasa bihêztir e."
Ulayê destnîşan kir ku jin li Hewlêrê dikarin bi rehetî derkevin û bigerin û wiha pê de çû:
"Li Bexdayê jî yasa bihêz e, ez nabêjim ne bihêz e lê hin bûyer hene ku dibe çêbibin.
Li wê derê dibe ku jin rastî hin tiştan werin lê li Hewlêrê jin her dema ku bixwaze dikare derkeve.
Kêm caran tiştek çêdibe, yanî rastî destdirêjî û acizkirinê nayê."
"Mêrên Kurd naziktir in"
Ulayê di navbera mêrên Kurd û Ereban de berawirdiyek jî kir û got:
"Rast e hinek naziktir in. Xelkê naverastê jî ji başûr cuda ne, xelkê başûr xwîngermtir in, yên naverastê ji wan hêdîtir in lê li Hewlêrê mêr neaziktr in, reftarên wan ên bi jinan re bi cureyekî din e, tundiya wan kêmtir e û biryarê didin destê jinan."
Karmend Xeze Efrai jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anîn zimên û got, "Zilamên vir têgihiştîtir in û piştgiriya jinan dikin da ku di karên xwe de serkeftî bin, zextê li wan nakin.
Li parêzgehên din zexteke zêdetir li ser jinan heye lê li vir zilam li gel jinan disekinin û alîkariya wan dikin."
Xezeyê da zanîn ku li Herêma Kurdistanê derfetên kar û beşdariya çalakiyan ji bo jinan zêdetir in.
"Li vir yasa li gel jinê ye"
Karmend Mîna Ubeydiyê jî bal kişand ser rewşa yasayî û civakî û got:
"Li vir yasa zêdetir li gel jinê ye. Li parêzgehên navendî û başûr zilmê li jinan dikin, sedema wê jî civak e.
Jin nikare li dadgehê daxwaza mafên xwe yên herî hêsan jî bike."
Mînayê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê mirov dikare di sektora taybet de bêyî astengî û bi azadî kar bike û vebûneke zêdetir heye.
"Divê Ereb ji Kurd fêr bibin"
Parêzer Meha Mena jî parêzer e û ezmûneke wê ya zêde di warê yasayan de de heye.
Mehayê jî behsa rewşa yasayî ya jinan kir û got, "Azadiya jinê li Herêma Kurdistanê bi parêzgehên din re nayê berawirdkirin.
Li parêzgehên din tundî li dijî jinê gelekî tê kirin, ti mafê jinê li parêzgehên başûr û yên Ereban nîne.
Eger jinek li vir rûbirûyî tundiyê bibe, dadgeh pişta wê digire."
Mehayê destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê rêzeke mezin a yasayê ji bo jinê heye û got:
"Kurd li vir gelekî bi nermî li gel jinan tevdigerin, wekî mînakeke pîroz lê dinêrin.
Li gel rêza min a ji bo birayên min ên Ereb ku ez bi xwe Ereb im lê ez hêvîdar im fêr bibin ku Kurd çawa rêz û rûmetê didin jinan û ew li cem wan ezîz in.
Ez hêvîdar im ev tişt li parêzgehên başûr û yên Ereban jî hebin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse