Li Sêrtê di zikê pez de madeya hişbir hat girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Madeyên Hişbir Mih Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di zikê pez de 54,6 kîlogram madeyên hişbir (metamfetamîn) hatiye girtin.

Di operasyonê de 2 gumanbar hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, tîmên Birêvebiriya Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê yên Sêrt û Colemêrgê xebateke hevpar meşandiye.

Di çarçoveya xebatê de li navçeya Baykanê ya Sêrtê barhilgirek hat rawestandin.

Di lêgerîna ku li barhilgirê de hat kirin de, polîsan dît ku li ser zikê hinek mihinan şûna dirûnan heye.

Di zikê 29 mihinan de veşartine

Di encama pişkinîna hûrgilî de hat tesbîtkirin ku di valahiya zikê 29 mihinan de pakêtên madeyên hişbir hatine bicihkirin.

Tîman di zikê wan ajalan de bi giştî 54 kîlo û 600 gram metamfetamîn derxistin.

2 kes hatin desteserkirin

Hat diyarkirin ku qaçaxçiyan hewl daye bi rêya ajelan wan madeyên hişbir veguhêzin.

Di çarçoveya operasyonê de 2 gumanbarên bi navê R.M. û K.Y. hatin desteserkirin û kar û barên wan ên yasayî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst