Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 50 gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin û xebatên vekirina wan rêyan berdewam dikin.
Li Bakurê Kurdistanê berfa ku çend roj in bê navber dibare bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike û di çûn û hatinê de dibe sedem astengiyan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wan di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber berfa ku du roj in dibare li seranserê parêzgehê rêyên 26 gund û mezarayan hatin girtin û xebatên vekirina wan rêyan berdewam dikin.
Li gorî zanyariyên Îdareya Taybet a Colemêrgê jî ji duh ji 89 gundên ku rêyên wan hatine girtin rêya 72 gundan hatiye vekirin û ji bo vekirina rêyên 17 gundên din jî xebat berdewam in.
Rêveberê Xizmetguzariyên Veguhastin û Rêyan ê Îdareya Taybeta a Bedlîsê jî ragihand roja îro ji 266 gundên ku rêya wan hatiye girtin rêyên 259an hatin vekirin û xebat ji bo vekirina rêyên 7 gundên din berdewam dikin.
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Parêzgeha Mûşê jî da zanîn ku îro rêyên temamiya 251 gundên ku li wê parêzgehê ji berfê hatine girtin ji aliyê tîmên wan ve hatine vekirin û xebat li ser firehkirina wan rêyan tên kirin.
Ji bo 22 bajaran hişyarî
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê ji bo 22 parêzgehan hişyariya berf û baraneke zêde daye û ew bajar jî ev in:
Dîlok, Riha, Mêrdîn, Amed, Semsûr, Kilis, Êlih, Colemerg, Şirnex, Erzîngan, Dêrsîm, Meletî, Erzirom, Xarpêt, Çewlîg, Qers, Erdexan, Agirî, Bêdlîs, Mûş, Sêrt û Wanê yên Bakurê Kurdistanê.
Li gorî texmînên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê pêla berf û baranbarînê dê heta demjimêrên şeva şemiyê berdewam be.
Herwiha derbarê pêşhatên neyî yên wekî qeşagirtina rêyan, astengiyên çûnûhatinê û hatina aşûtan hişyarî ji bo xelkê wan parêzgehan hatiye ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse