Hisîça (Rûdaw) - Li Hisîça û eniyên şer ên Rojavayê Kurdistanê, şervanan li hemberî Artêşa Ereban a Sûriyeyê sengerên xwe danîne
Ew dibêjin lambeya kesk a Amerîkayê ya ji bo êrişan moralê wan xera nekiriye û heta ku Kurd pişta hev bigirin ew naşkên.
Heta ku çav dibîne, sînorekî berfireh ê şer li ber şervanan vebûye lê wan bi tundî destên xwe avêtine çekên xwe.
Siwarê Cemîl şervanekî ciwan e û li eniyên pêş ên şer bi çek e. Wî soza parastinê daye hevjîn û du zarokên xwe yên li Hisîçayê.
Siwar ji Rûdawê re got,“Em Kurd in û divê em çekên xwe hildin û bersiva êrişên dijmin bidin; heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em dê parastinê bikin.
Em ji bo şehadetê amade ne, ne tenê ji bo Rojava, ji bo parastina hemû miletê Kurd em amade ne.”
Zindan Ebîd şervanekî din e ku ezmûna wî ya şerê DAIŞê heye. Ew dibêje vekişîn yan jî bêdengiya Amerîkayê bandorê li moralê wan nake.
Zindan got, “Ji destpêka şoreşa Rojava heta salên 2014 û 2015an ew (Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê) tunebûn û me bi xwe bi çekên xwe şer kir.
Niha jî ez dikarim bêjim ku dostê Kurdan tenê Kurd e; eger gelê Kurd li her çar parçeyan destê xwe bide hev, ez bawer nakim ti hêz karibe zora me bibe.”
Dirêjkirina agirbestê li şûna rawestandina yekcarî ya şer wiha kiriye ku şervan piştrast bin ku dê di demeke nêz de rewş asayî nebe.
Ji ber vê yekê, ji xeynî bi sedan kîlometre xeta rûbirûbûnê, niha li nav bajaran jî hatine bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse