Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî: Di roja cejna Qurbanê de egera lehiyê heye

26-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku di Cejna Qurbanê de li piraniya bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û li çend deveran jî egera lehiyê heye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro 26ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku di Cejna Qurbanê de li piraniya herêmên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baran dibare û bi taybetî bo 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniya saziya navborî sibê û roja Çarşemê di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de li parêzgehên Erzîngan, Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur dibare û egera lehiyê heye.

Tê texmînkirin ku li parêzgehên Çanakkale, Kutahya, Bilecik, Sakarya, Kirklareli yên Tirkiyê jî baraneke zêde bibare.

Herwiha li Behra Reş pileya germê dê 2 heta 4 pileyan dakeve lê li herêmên din guhertinek berçav çênabe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst