Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Metîn Yoksu, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê ji aliyê Dadweriya Ceza ya Sulhê ve hat girtin.
Rojnameger Metîn Yoksu yê ku di çarçoveya lêpirsîneke li parêzgeha Artvînê ji bo îfadeyê bide çûbû Dadgeha Êlihê, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji aliyê Dadweriya Ceza ya Sulhê ve hat girtin.
Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Baştûrk û Ozan Cirik û wergêra rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitungê Melîsa Efe, di çarçoveya lêpirsîneke li Artvînê di 13ê Hezîranê de hatibûn desteserkirin.
Piştî 4 rojan ji binçavkirinê 7 kes li Dadgeha Artvînê bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Ceza Ya Sulhê hatin kirin.
Rojnmaegerê Sendika.Orgê Ozan Cirik, rojnameger Eylem Emel Yilmaz, Dîcle Baştûrk û Yavuz Akengîn piştî îfadeyên xwe yên li vir hatin girtin lê Semra Pelek, Melîsa Efe û Omer Bulenter bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di heman lêpirsînê de, polîsan bi ser mala Metîn Yoksu de jî girtibû lê ji ber ku ew ne li malê bû, nehatibû desteserkirin.
Yoksu: Bila kes pênûsê daneyne
Yoksu beriya ku biçe îfadeya dozgeriyê, li ser hesabê xwe yê Xê ev peyam parve kir:
"Ji ber ku ez rojnamegeriyê dikim, van rojên borî polîsan bi ser mala min de girt.
Ne cara yekem e ku ez ji ber karê xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin.
Min doh çi kiribe, ez dê îro jî heman tiştî bikim. Ne hewce ye kes bi ser mala min de bigire, telefon bikin ez dê bêm.
Ez diçim dozgeriyê. Encam çi dibe bila bibe, ez her demê rojnameger im."
"Nûçeyên min emanetî we ne, bila kes pênûsê daneyne erdê"
Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSAyê) ku pêvajoya dozên rojnamegeran dişopîne peyama Metîn Yoksu parve kir.
Yoksu di peyama xwe de wiha gotiye:
"Min di tevahiya parastina xwe de nûçeyên ku min çêkirine parast. Yek pirsek jî nepirsîn û negotin, 'Te çima ev nûçe çêkir?'.
Min li vî welatî bi rûmet û şerefa xwe, mafê karker û kedkaran nivîsand.
Min nûçeyên kurm û kêzik û çûkan çêkir. Ez ji ber vê yekê hatim girtin. Lêkolîna min a li ser leglegan nîvco ma.
Ava Çemê Dîcleyê qirêj e; masiyên li wir her roj dimirin. Masiyê piling (şapûtê piling) li Cizîrê di navbera jiyan û mirinê de ye.
Tişta ku ez xemgîn im ev e ku ez dê nikaribim bibim dengê wan. Nûçeyên min emanetî we ne, bila kes pênûsê daneyne erdê. Bi hêviya hevdîtinê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse