Fly Erbil: Seferên ber bi Ewropayê ve dest pê dikin

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Fly Erbil Geştên Asmanî Lewend Memundî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberê Kompanyaya Fly Erbilê Lawend Memundî diyar kir ku sibe geşta yekem a ji Kurdistanê ji bo Ewropayê dê ji nû ve dest pê bike.

Lawend Memundî her wiha got,"Em dê hejmara geştên xwe yên ji bo Ewropayê ji 20î ji bo 25 geştan zêde bikin."

Birêveberê Kompanyaya Fly Erbilê eşkere kir ku sibe saet 19:00ê êvarê, geşta yekem a Fly Erbilê ji bo Ewropayê dê di navbera Hewlêr – Kopenhagê de dest pê bike.

Li gorî gotina Rêveberê Kompanyaya Fly Erbilê doh geşta yekem a ji bo Tirkiyeyê ji nû ve dest pê kir.

Îro jî piştî ku wan destûr ji Rêxistina Yasayî ya Yekîtiya Ewropayê wergirt, sibe yekem geşta rasterast a ji bo Kopenhaga Danîmarkayê dê dest pê bike.

Lawend Memundî li ser geştên din jî got,"Ji roja şemiyê ve, geştên me dê li gorî bernameyê ji bo hemû welatên Ewropayê, wekî Almanya, Danîmarka, Holenda û Brîtanyayê ji nû ve dest pê bikin."

Birêveberê Kompanyaya Fly Erbilê wiha domand: "Ew geştyarên ku geştên wan di dema borî de hatibûn betalkirin û geştyarên ku li Ewropayê asê mabûn, dikarin ji sibe ve geştên xwe biguherînin."

Berê hejmara geştên Fly Erbilê ji bo Ewropayê 20 geşt bûn.

Li gorî gotina Memundî ji bo berjewendiya geştyaran û ji ber rawestandina geştên borî, wan hejmara geştên xwe zêde kirine.

Berê geştên ji bo Ewropayê heftane bi vî awayî bûn:

Almanya: 14 geşt

Danîmarka: 3 geşt

Holenda: 2 geşt

Brîtanya: 1 geşt

Li gorî gotina Birêveberê Kompanyaya Fly Erbilê li gorî bernameya nû ya geştên wan hejmara geştên Almanyayê bûne 19 geşt.

Ji ber şerê Îran û Îsraîlê qadên asmanî yên gelek welatên Rojhilata Navîn hatibûn girtin û geştên asmanî hatibûn betalkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst