Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku geştên asmanî yên Stenbol û Enqereyê ber bi Şama paytexta Sûriyeyê ve dest pê dikin.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu di daxuyaniyeke nivîskî de, derbarê plankirina seferên ber bi Şamê de agahî da.
Uraloglu diyar kir ku AJet ango Anadolu Jet (şirketeke Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê ye) dê ber bi paytexta Sûriyeyê ve seferan pêk bîne û got:
"Di 16ê Hezîranê de ji Balafirgeha Sabiha Gokçenê ya Stenbolê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ve sefera ewil dê were kirin.
Di 17ê Hezîranê, roja sêşemê de jî seferên di navbera Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê û Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê de dê dest pê bikin."
Uraloglu da zanîn ku ji Balafirgeha Sabiha Gökçen a Stenbolê di rojên duşem, çarşem, în û şemiyê de, hefteyek 4 rojan, dê seferên dualî ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ve werin kirin.
Wezîr Uraloglu wiha got, "Ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê di rojên sêşem, pêncşem û yekşemê de, hefteyê 3 rojan, dê seferên dualî ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ve werin kirin.
Tê plankirin ku ji meha tîrmehê ve seferên ji Balafirgeha Sabiha Gokçenê ya Stenbolê ber bi Şamê ve werin zêdekirin û bibin 7 roj."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse