Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina koçberan a navdewletî raportek belav kiriye û têde behsa rewşa navçeyên jêr destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de dike. Rapora Rêxistina Navdewletî ya Koçberan dibêje, ku 600 hezar koçber li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê dijîn, û pêwistiya wan bi xizmetguzariyan heye.
Di Rêxistina Navdewletî ya Koçberan de hatiye, ku pêwîstiya hejmareke zêde kesên li navçeya di destê HSDê de dijîn bi alîkariya mirovî heye û derdora 600 hezar kes jî ji xelkê wan navçeyan koçber in.
Rêxistinê eşkere kir, ku hejmarek ji rêxistinên navdewletî û navxweyî karê cidî dikin ji bo peyadakirina pêdiviyên xelkê, lê çend asteng li pêşya wan derdikevin yên weke: “Nebûna gerentiya mana Amerîkayê, xirabiya rewşa Dêrazorê, çaresernekirina pirsgirêkên kampa Holê û aloziyên navbera Tirkiyê û HSDê de.”
Li gor raportan, Fransa û Almanya amadebûna xwe bo wî erkê nîşan dane, lê hîn bi awayekî fermî pabendbûna xwe ranegihandine.
Rêxistina Navdewletî ya Koçberan dibêje, rewşa mirovî li Dêrazorê cihê dilgiraniya wan e, her çiqas şer jî kêm bûye, lê kêm grûp hene diçin wan navçeyan ku pêwîstiya xelkê bi alîkariya bilez heye û paşmayên çekdarên DAIŞê û hikûmeta Esed bûne sedema çêbûna ne aramiyê.
Ew raport behsa rewşa kampa Holê jî dike û dibêje, herçiqase xizmet bo xelkê wê kampê zêde bûne, lê heta niha jî divê karê zêdetir were kirin, nebûna pilanek bo çareserkirina pirsgirêka xelkê wê kampê, cihê dilgiraniyê ye.
Rêxistinê behsa aloziyên navbera Tirkiyê û HSDê de dike û dibêje, eger Tirkiyê êrîş bike, dê bandorê li ser pêşkêşkirina alîkariyan û avadankirinê bike.
Danûstandinên navbera Tirkiyê û Amerîkayê de li ser navçeya aram berdewam in, lê berpirsên rêxistinên mirovî dibêjin, dibe ku avakirina navçeyeke aram şerekî din bi xwe re bîne, bi sedan hezar kes koçber bibin. Lewma rêxistina Amerîka hin rênimayiyên xwe bo çareserkirina rewşê pêşkêş dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse