Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz Rêberê Rûhanî yê Durziyên li Îsraîlê Şêx Muwafaq Tarîf ziyaret kir / Wêne: Israel Katz
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ew dê Durziyên li Sûriyeyê biparêzin.
Israel Katz îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî Rêberê Rûhanî yê Durziyên ê li Îsraîlê Muwafaq Tarîf ziyaret kiriye.
Katz got, "Em pabendî parastina birayên xwe yên Durzî yên li Îsraîlê ne û em dê ji bo parastina birayên wan ên Durzî yên li Sûriyeyê jî xebatên xwe bidomînin."
Wezîrê Îsraîlî her wiha got, "Min ew leşker û efserên Durziyan ên yedek dîtin ku ji bo komkirina agahiyên li ser Siwêda û derdora wê dixebitîn."
Divê were gotin ku berî niha li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, di navbera Durziyan û Erebên Bedewî de şer û pevçûn derketibûn.
Di wî şerî de beşek ji hêzên ewlehiyê yên Şamê jî li dijî Durziyan şer kiribûn.
Îsraîlê piştî wan pevçûnan, hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bombebaran kiribûn.
Van êrişan zext li ser hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çêkir û Şam jî neçar ma ku paşê hêza xwe ji Siwêdayê vekişîne.
Di şerê navbera Durziyan û Erebên Bedewî de, ji her du aliyan zêdetirî hezar û 300 kesî hatibûn kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse