Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya dewleta Sûriyeyê ragihand, tevî ku Hikûmeta Sûriyeyê ji ber bûyerên dawî yên li Siwêdayê Îsraîlê wekî berpirsyar dibîne jî, piştî ku gotûbêjên vê hefteyê yên li Parîsê yên bi navbeynkariya Amerîkayê bê encam man, qebûl kir ku beşdarî gera nû ya dan û standinan bibe.
Çavkaniyeke dîplomatîk ji televîzyona El Îxbariyeyê re axivî û got, "Hevdîtin bi ti rêkeftina dawî bi encam nebû.
Lê belê ew şêwirên destpêkê bûn ku armanca wan kêmkirina rageşiyê û jinûve vekirina kanalên pêwendiyê bû di demekê de ku alozî ji destpêka Kanûna Pêşîn ve berdewam dike."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku roja pêncşemê li Parîsê bi rayedarên Sûriye û Îsraîlê re hevdîtin kiriye.
Li gorî El Îxbariyeyê, di hevdîtinan de ji aliyê Sûriyeyê ve nûnerên Wezareta Karên Derve û Îstixbarata Giştî jî amade bûn.
Barrack got ku armanca hevdîtinan "diyalog û kêmkirina rageşiyê" bû.
“Yekparçeyiya ax û serweriya Sûriyeyê ne cihê muzakereyê ye”
Çavkaniya dîplomatîk diyar kir ku Sûriye ji ber tundiyê Îsraîlê berpirsyar dibîne û hişyarî daye ku "polîtîkayên êrişkar" ên berdewam gefê li ewlehiya herêmê dixwin.
Şamê her wiha daxwaza "vekişîna yekser a hêzên Îsraîlê ji wan xalên ku vê dawiyê bi pêş ve çûne" kir.
Çavkaniyê ji El Îxbariyeyê re got, "Yekparçeyiya ax û serweriya Sûriyeyê prensîbek e ku nayê nîqaşkirin. Siwêda beşeke jêveneqetandî ya dewleta Sûriyeyê ye."
Çavkaniyê her wiha da zanîn ku Şamê qebûl kiriye ku "bi armanca berdewamkirina gotûbêjan û nirxandina pêngavên ku dê aramiyê li başûr xurt bikin û rageşiyê kêm bikin" zêdetir hevdîtinan pêk bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse