Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Murat Bakan ragihand ku 34 polîs ji ber xwarina ku hatibû belavkirin nexweş ketine û li nexweşxaneyê ne.
Desthilat û hevalbendên xwe li navçeya Milazgirê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê, bi minasebeta salvegera 954emîn a ku Tirk hatine Kurdistanê çalakiyan li dar dixin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û gelek rayedarên payebilind jî tevlî van çalakiyan dibin.
Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Murat Bakan ragihand ku li Mûşê di merasîman de 34 polîs ji ber xwarinê bi jehrê ketine.
“Ev ne cara yekem e”
Murat Bakan vîdeoyek jî parve kir û wiha nivîsand:
"Li Mûşê di merasîmên Serkeftina Milazgirê de 34 hevalên me yên polîs ji ber xwarina ku hat belavkirin nexweş ketin û rakirin nexweşxaneyê.
Sedem: Bêkontrolî, xemsarî û lawaziya birêveberiyê.
Ev ne cara yekem e! Me gelek caran li ser xwarina amade ya polîsan hişyarî da.
Birêvebiriya Giştî ya Emniyetê berpirsyariyê nagire ser xwe û dersê jê wernagire.
Em ji ber xwe nabêjin ku polîs bêxwedî û bêkes e.
Birêvebiriyeke ku nikaribe xwarineke saxlem bide polîsên xwe, dê ewlehiya welêt çawa pêk bîne?"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse