TAYBET - '4 caran hewl hat dayîn ku Qubad û Bafil Talebanî bên kuştin'

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Qubad Talebanî YNK Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke payebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got, "4 caran hewl hatiye dayîn ku Bafil Talebanî û Qubad Talebanî werin kuştin."

Çavkaniyeke payebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê encam û pişperdeya şerê li Otela Lalezarê ya Silêmaniyê de hinek îdia  eşkere kirin.

Çavkaniya YNKyê ji hejmarek rojnamegerên dezgehên medyayê re ku Rûdaw jî di nav de bû ragihand:

"Di şerê li Lalezarê de 12 kes hatine kuştin ku 3 ji wan ji hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê bûn. 160 kes jî hatine girtin."

Wê çavkaniya payebilind a YNKyê diyar kir ku di nava du mehan de 4 caran hewla kuştina Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Qubad Talebanî hatiye dayîn.

Hewlên kuştina Bafil Talebanî

Li gorî wê çavkaniya payebilind, "Hewla yekem a kuştina Bafil Talebanî, bi rêya fermandarekî bûye lê ji ber ku Amerîkî pê re bûye, wan pîlana xwe pêk neaniye."

Wekî ku çavkanî dibêje, yek ji hewlên din jî "bi rêya sekvanekî ji dûriya 600 metreyî ji projeyeke niştecihbûnê ya li Dabaşanê bûye."

Her wiha behsa wê yekê dike ku, "Çekdar amadekariyên xwe kiribû û heta carekê nîşangera dûrbîna xwe xistibû ser sînga Bafil Talebanî lê paşê poşman bûye û neteqandiye."

Wê çavkaniya YNKyê got ku yek ji hewlên din ên "kuştinê" jî "li xwaringeha Vogue ya li Serçinarê bûye lê bi ser neketiye."

Wê çavkaniyê sedema têkçûna hinek hewlan jî eşkere kir û got, "Ji ber ku Bafil Talebanî bi otomobîleke zirxî diçû û dihat."

Plana kuştina Qubad Talebanî

Li gorî wê çavkaniya payebilind a YNKyê, "Her wiha carekê jî pîlana kuştina Qubad Talebanî hatiye danîn, ew jî dema ku li esmanê Silêmaniyê di firokeyê de bûye."

"Bafil Talebanî 3 caran bi Lahûr Şêx Cengî re axiviye"

Wê çavkaniya payebilind a YNKyê diyar kir ku beriya destpêkirina şer, Bafil Talebanî 3 caran bi telefonê li gel Lahûr Şêx Cengî axiviye û jê re gotiye, "Were derve ez bi xwe têm te dibim lê ew derneketiye û xwe radest nekiriye."

"PDK beşdar nebû"

Wê çavkaniya payebilind anî ziman, "Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê hewl û pîlangêriyê de nebûye û beşdar nebûye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst