Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Sekreterê Partiya Pêşverû Ehmed Silêman got, “Em ne dijminê Tirkiyeyê ne. Eger hikûmeta Tirkiyeyê îro bixwaze şandeya Kurdan bibîne em du sibe li cem wan in. Em dixwazin bi dewletên derdorê re dan û standinê bikin.”
Alîkarê Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê Ehmed Silêman bû mêvanê Bultena Rojava û rewşa siyasî ya Sûriyeyê û paşeroja Kurdan ji Rûdawê re nirxandin.
Ehmed Silêman ragihand ku desthilata nû ya li Şamê hîn jî di nêrînên xwe yên derbarê Doza Kurdan de neyînî ye û neguheriye.
Wî da zanîn ku heta niha ji ber nebûna yekrêziyê şandeyeke Kurdan neçûye Şamê û got, "Eger pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin."
Ehmed Silêman amaje bi wê yekê kir ku partiya wan her dem di wê baweriyê de bûye ku çareseriya Doza Kurdan li Şamê ye lê heta niha şandeyeke Kurdan ji bo dan û standinan neçûye paytextê û sedema vê yekê wiha rave kir:
“Berê jî derfeteke baş tunebû ku hêzên Kurdan bi Şamê re bikevin nav dan û standinan. Nêrîna me wekî partî ew bû û hîn jî ew e ku çareserî li Şamê ye.
Lê îro piştî ku Kurdan bi giştî konferansa xwe li dar xist û Desteya Bilind a Kurdan hat avakirin, em dê bi tena serê xwe tiştekî nekin.
Divê em di çarçoveya tevgera Kurdan û diyaloga navxweyî de bi hev re biçin Şamê.”
“Divê mafên Kurdan li Sûriyeyê bên misogerkirin”
Ehmed Silêman derbarê daxwazên Kurdan ên ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê, bal kişand ser xalên ku di konferansa hêzên siyasî yên Kurdan de li ser wan hatiye lihevkirin û got:
“Em daxwaza Sûriyeyeke nenavendî dikin ku hemû pêkhate tê de mafên xwe bi dest bixin.
Ji bo Kurdan jî divê nasnameya Kurdan di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û di çarçoveya sîstemeke nenavendî de Kurd karibin herêmên xwe bi xwe bi rê ve bibin.”
“Desthilata Şamê hîn jî nerînên xwe neguhertine”
Ehmed Silêman li ser metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê, diyar kir ku desthilata nû ya li Şamê piştgiriyeke mezin a navneteweyî û herêmî wergirtiye û ev yek bandorê li helwesta wan dike û biland:
"Mixabin desthilata Şamê hîn jî nêrînên xwe yên neyînî yên li hemberî pirsgirêka Kurdan û çareseriya giştî ya Sûriyeyê neguhertine.
Piştî bûyerên Siweydayê û piştgiriya ku ji welatên Ereban û cîhanê wergirtin, ew hîs dikin ku dikarin pirsgirêkan bi rêyên leşkerî çareser bikin.
Lê ez bawer nakim ku êrişeke mezin a leşkerî çêbibe, ji ber ku hebûna Amerîka û Koalîsyonê û her wiha hesabên Tirkiyeyê nahêlin rewş bigihîje wê astê.
Îro şert û merc nînin ku li Rojavayê Kurdistanê şer rû bide. Rojava ne wekî Siwêda û Beravê ye, şer dê gelekî giran be.”
Alîkarê Sekreterê Partiya Pêşverû her wiha amaje bi wê yekê kir ku Kurd ne dijminê Tirkiyeyê ne û amade ne bi hemû aliyên ku bandora wan li ser Sûriyeyê heye re diyalogê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse