Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku di nava komîteya destûrê de cih bigire û ragihan ku eger ew cih di wê komîteyê de negirin ew îtîrafê bi encamên karê komîteyê nakin.
Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ahmê li Eyn Îssayê derbarê piştguhxistina Rêveberiya Xweser di Komîteya Nivîsandina Destûra nû ya Sûriyê de konferanseke rojnamevaniyê saz kir.
Ahmê eşkere dibêje, tevî ku wan 11 hezar şehîd dane û derdora ji sedî 30 yê xaka Sûriyê di destê wan de ye ku zêdetirî 5 milyon kes lê dijî ku ew nûneratiya hemû pêkhateyan dikin û karîne DAIŞê tine bikin, lê ew ji bo komîteya destûrê nehatine vexwendin û Tirkiyê veto li ser wan daniye.
Luqman Ahmê aşkere kir, “Ev komîteya hatiye avakirin, nakok e li gel biryara 2254 a NYê ku dibêje, divê hemû nûnerên gelê Sûriyê beşdarî vê komîteyê bibin.”
Luqman Ahmê herwiha diyar kir, ew aliyên dixwazin pirsgirêka Sûriyê çaerser bibe, divê herêma bakur rojhilatê Sûriyê li ber çavan bigirin û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ku ji biryara xwe vegere û tekez kir, ku ew qet encamên ku ji komîteya destûrê derkeve, erê nakin.
Wî berpirsê Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew herêmê bi gel û hêzên xwe DAIŞ jinav bir ku ew rêxistin li ser herêmê û hemû cîhanê metirsî bû û ragihand ku wan gel parastiye û bi wê yekê jî karîne parastinê li cîhanê jî bikin.
Ahmê destnîşan kir ku dûrxistin Rêveberiya Xweser ji wê komîteyê, ne di xizmeta çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de ye û got, “Ji bo em dibêjin, madem komîteyek ku em ne tê de ne, îradeya bakur rojhilatê Sûriyê bi zêdetirî 5 milyon însan tê ne de en amade ye, ti tiştekî ji wê komîteyê derkeve dê me eleqeder neke û em xwe berpirs nabînin di ber pêkanîna tiştê ku jê derkeve li ser bakur rojhilatê Sûriyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse