Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Emced Osman derbarê serdana şande Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku armanca serdana wan yekdengiya aliyên Kurdî ye
Şandeke Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ku beşek ji Encûmena Sûriya Demokratîk e, serdana Herêma Kurdistanê kirin û li gel çend aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê civiyan.
Endamê şandê û Berdevkê Encûmena Sûriya Demokratîk Emced Osman di bernameya Nûroja Dostan de ragihand, diyar kir ku Şandeke Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê serdana Herêma Kurdistanê kirin û got niha Rojavayê Kurdistanê bi qonaxekî hestiyar re derbas dibe, lewma jî ew amade ne ji bo yekrêziya aliyên Kurdî erka ku dikeve ser milê wan bicîh bînin.
Emced Osman bal kişand metirsiyên li ser Kurdan bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û got: “Her wext diha xwestin ku yekrêziya tevgera siyasî ya Kurd were pêkanîn, lê niha ji her wextî zêdetir ev yek tê xwestin. Rojava bi qonaxekî hestiyar re derbas dibe. Eger Kurd nekarin bi hev re rûnin û pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin, xeteriya li ser Kurdan dê zêdetir bibe. Ji bo wê yekê me jî xwest em dengê xwe bigihejînin aliyên Kurdistanî.”
Osman diyar kir ku ji bo yekrêziya Kurdan çi bikeve li ser milê wan ew amade ne û wiha pê de çû: “Em piştgiriya gotûbêjên di navbera Kurdan de dikin. Di navbera me û ENKSê de hevdîtineke rasterast çênebûye. Heta tevgera siyasî bikare be ligel hev birûne gelek kar jê re pêwîst e. Gelek hewldan bo vê yekê çêbûne, bi taybetî birêz cenabê Serok Mesûd Barzanî hewl da, lê hinek aliyan xwest ku wê yekê hilweşînin. Bi taybetî Tirkiyê xwest wê yekê bihilweşîne. Niha jî hewldan hene, lê bi baweriya min xeterî li ser wan jî hene.”
Berdevkê Encûmena Sûriya Demokratîk diyar kir ku ew dixwazin li ser bingehên cîrantiyê peywendiyê danîn lê “Tirkiyê axa Rojava” dagir dike û wiha pê de çû: “Em dixwazin bi Tirkiyê peywendiyên men yên baş hebin, lê îro Tirkiye welatê me dagir dike. Di destpê de divê em erdê xwe rigar bikin û piştre jî em dikarin binêrîn ka em çawa dikarin peywendiyên xwe danîn.”
Derbarê girtiyên siyasî yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de Osman red kir ku girtiyên siyasî hebein di demekê de berpirsên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje 8 girtiyên wan ên siyasî li ba rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse