Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê barana gur bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.
Şeva borî barana gur dest pê kir, lehî rabû û av çû nav gelek mal û dikanan.
Li ser cade û kolanan av kom bû û çû jêrzemîna Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.
Baxçeyê şaredariyê jî di bin avê de ma.
Ji ber barana zêde û kombûna heriyê rêya di navbera Sêrt û Hawelê de hat girtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên şaredariyên Sêrtê û Misircê û her wiha tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.
Piştî kar û barên tîman rê hat vekirin û menfezeyên hatibûn girtin jî ji aliyê tîman ve hatin vekirin ku ava kom bûbû biçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse