Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Girê Sor a Rihayê li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî derket, di şer de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.
Li navçeya Girê Sor, îro li Kolana Abdulkadîr Odabaşiyê ya Taxa Haciomerê di navbera du koman de ji ber sedemeke hêj nayê zanîn nîqaş derket.
Nîqaş mezin bû û paşê vegeriya şerê çekdarî. Guleyên ku ji demanceyên nayê zanîn ka kî berdane derketin li Hamît Çelîk (30) û Muhammed Emîr A.(8) yê ku bi wê derê derbas dibûn kestin.
Niştecihên ku dengên çekan bihîstin Navenda Bangewaziya Acîl a 112an û ekîbên tenduristî û polîsan bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê û rewşa birîndaran baş e.
Di lêkolîna ewil da hat tesbîtkirin ku guleyan zirar daye hin kargeh û wesayîtên li kolanê.
Polîsan ji bo tesbîtkirina kesên tevlî şer bûne xebat dan destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse