Li Amedê qeza: Mirî û birîndar hene

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê otomobîlek wergeriya û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan 27ê Gulana 2024an li navçeya Licê ya Amedê şofêrê otomobîlekê kontrola xwe wenda kir û otomobîl wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û midexaleya birîndaran kir.

Tîmên tenduristiyê piştî midexaleya destpêkê her 3 kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Lê ligel hemû midexaleyan kesê bi navê Orhan Çelik canê xwe ji dest da.

Herwiha hat zanîn ku rewşa her 2 kesên din jî giran e.

Li aliyê din, derbarê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst