Li Dêrsimê otêleke 5 stêrk ji text û çadiran hatiye avakirin

27-07-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Otêla Xwezayî ya Mûnzûrê cih nemaye
Li Otêla Xwezayî ya Mûnzûrê cih nemaye
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsima Bakurê Kurdistanê, li ber Çemê Mûnzûrê otêleke pênç stêrk hate avakirin. Otêla xwezayî ji 31 çadiran pêk tê û tê de 62 cihên razanê hene. Di odeyên otêleke 5 stêrk de çi hebin, di odeyên vê otêlê de jî heman tişt hene. 

 

Otêla xwezayî naşibe tu otêlên ku hûn dizanin. Otêl ji çadir û textikan hatiye avakirin lê buhayê rojeke vê otêlê ne kêmî otêlên herî navdar in. Otêleke wisa luks û şirîn e ku heta du mehan jî ne mimkun e ku hûn li vê otêlê cih peyda bikin. 

 

Konsepta otêlê li gorî geştiyariya xwezayê hatiye avakirin. Xwediyê vê fikrê jî karsazekî Mêrdînî ye. 

 

Xwediyê otêla xwezayî Tacedîn Yertum ji Rûdawê re wiha axivî: “Me got em otêleke çawa vekin? Jixwe li cîhanê otêl pir in. Me got em dê ji çadirê çêkin. Hinek wê text û dar be, em darên wê jê nakin. Gerek tiştekî wisa be ku li Dêrsimî bê. Gerek tiştekî cudatir jî be sibê ku evder ji mirovan re bibe modeleke nû ku ji vê saetê pê ve ji xwe re cihekî wiha vekin. Înşela ji vê saetê û pê ve li Tirkiyeyê û cîhanê otêlên bi çadir û ji vê konseptê pir vebin. Helbet ev jî bo min girûreke mezin e. Lewre yê ku ev konsept cara ewil çêkiriye ez im.” 

 

Li bajarên kurdan cara yekemîn e ku otêleke wiha li Dêrsimê dikeve xizmeta geştiyaran. Ji ber vê yekê jî navê "Otêla Xwezayî ya Mûnzûrê" lê hatiye danîn. 

 

Mûşteriya Otêla Xwezayî Fatma Ozdemîr jî diyar kir ku wê otêl pir ecibandiye û wiha pê de çû: “Bi rastî gava ez cara ewil ketim hundirê vê odeya bi çadir, aramiyek kete nava dilê min. Otêlek bi konfor û li gorî xweza û ekolojiyê ye. Ez ji Bursayê me. Dema ketim nava sînorê Dêrsimê şînahî û çemê Mûnzûrê bi xweşikiya xwe dilê min xweş kir. Ev otêl jî tam di nava vê şînahî ú avê de ye.”

 

Mûşteriya Otêla Xwezayî Nursel Aloglu jî dibêje: “Ji ber ku ev otêl li gorî giyana xwezayê hatiye çêkirin pir xweş e. Kêfa min gelek jê re hat. Hêvîdar im di rojên pêş de van naylonên ser çadiran jî rakin û xwezayîtir be.”

 

Rojane bi sedan kesên ku dixwazin li vê otêla xwezayî cih veqetînin serî li resepsiyonê didin. Herî zêde jî geştiyarên kurd ên Ewropayê vê otêlê tercîh dikin. Lewre buhayê vê otêla ji çadiran ne kêmî otêlên navdar ên 5 stêrk in. 

 

Mûşteriya Otêla Xwezayî Sebahat Şanli jî da zanîn  ku ew ji Almanyayê hatiye û got: “Otêl gelek xweş e. Nava wê û hemû alavên nava odeyan, her tiştê wê gelek xweş in. Hem paqij e û hem jî şirîn e. Mirov aram dike. Çadir e lê xweş e.”

 

Otêla xwezayî ya Mûnzûrê ligel ku mehek berê ava bûye jî ji niha de ketiye nava rêza otêlên herî navdar. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst