Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesekî 52 salî yê ku otobus lê qelibî canê xwe ji dest da.
Li gundê Xamûrkesenê yê li ser rêya Riha-Amedê otobuseke rêwiyan a ku diçû Wanê li Reşat Demirê 52 salî qelibî.
Reşat Demir di wê kêliyê de hewla derbasbûna hemberî rê dida.
Reşat Demir di encama bûyerê de birîndar bû û tîmên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê ew birine nexweşxaneyê.
Demir tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.
Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kameraya otobusê ve hatin tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse