Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê derdora keleha dîrokî ku hezar û 200 salî ye, ji bo geştyariyê tê amadekirin û ji bo vê jî xerakirina 300 malan dest pê kir.
Di çarçoveya Projeya Pêşên Kelehê de xebatên xerakirina 300 mal û kargehan bi beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidîn Beyzagul û Şardarê Eyyubiyeyê Mehmet Kuş dest pê kir.

Zeynel Abidîn Beyzagul diyar kir ku cihên tên xerakirin, malên pir kevin in û got: “Piştî xerakirin bidawî bibe, herêm dê veguhere qada hêşinahiyê. Dema ev der hat xerakirin, ê wek qada hêşinahiyê xizmeta gelê me yê Eyyubiyeyê bike.”
Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Kuş jî diyar kir ku wan bi şaredariya bajarê mezin re proje meşand, şûna malên şevnişîn qadên hêşinahiyê wê çêbin.
Bi kutabûna xebatan va li başûrê Keleha Şanliurfayê 35 hezar mêtreqare wê bibe qada hêşinahiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse