Di 5 mehên destpêkê yên îsal de 15.5 milyon geştyaran serdana Tirkiyê kirine

24-06-2023
RÛDAW
Amarên geştiyariyê yên 5 mehên sala 2023ê hatin belavkirin
Amarên geştiyariyê yên 5 mehên sala 2023ê hatin belavkirin
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Amar Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ragihand di 5 mehên destpêkê yên îsal de 15.5 milyon geştiyaran ji welatên derve serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kirine.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê roja Înê 23ê Hezîrana 2023an amarên 5 mehên destpêka îsal ên derbarê serdana geştiyarên biyanî bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de belav kirin.

Li gorî amarên belav bûne ,  ji Çileya îsal heta Gulanê bi giştî 15 milyon û 489 hezar geştiyaran serdana Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kirin û ji vê hejamarê 14 milyon û 34 hezar û 175 geştiyarên biyanî ne û milyonek û 559 hezar û 314 geştiyar jî welatiyên Tirkiyê ne ku li welatên din dijîn û bi armanca geştiyarî serdana Tirkiyê dikin.

Bi vê yekê jî hejmara ew geştiyarên biyanî  ku îsal serdana Tirkiyê kirine li gor heman serdema sala borî ji sedî 23.65 zêde bûye, lê bi giştî ev rêje ji ber hilbijartinan û erdhejê ne di asta pêşbînî kirî de bû ji ber ku Tirkiye amedakariya wê yekê dike ku îsal pêşwaziyê li 60 milyon geştiyaran bike û dahat jî 56 milyar dolar be.  

Li gor zanyariyên Wezareta Çand û Geştiyarî ya Tirkiyê di 5 mehên yekem ên îsal de herî zêde geştiyarên biyanî ji Rûsya serdana Tirkiyê kirine. Piştî Rûsya, Almanya di vê rêzbendiyê de di rêza duyem de ye. Bulgaristan sêyem, Brîtanya çaremîn û Îran jî pêncemîn welat e ku herî zêde geştiyarên wê di 5 mehên destpêka îsal de serdana Tirkiyê kirine.

Di Gulana îsal de li gor heman meha sala borî rêjeya geştiyarên biyanî ku serdana Tirkiyê dikin bi rêjeya ji sedî 16.19 zêde bûye û gihiştiye 4 milyon û 500 hezar û 242 kesan.

Di Gulanê de li gor rêzbendiyê herî zêde geştiyar ji Rûsya, Almanya, Brîtanya, Bulgaristan û Îranê çûne Tirkiyê.

Li gor amarên Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyê, sala borî, 46 milyon û 164 hezar û 954 geştiyarên biyanî çûne Tirkiyê.

Sala 2021ê jî hejmara geştiyarên biyanî yên ku serdana Tirkiyê kiribûn 30 milyon û 39 hezar kes bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst