Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyonê Reyan Kildanî peyamek arasteyî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir û got, "Dijminê te dijminê me ye, hevalê te hevalê me ye" û "Tu qet nakevî."
“Dengê te dengê rastiyê ye”
Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyonê Reyan Kildanî li ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî xwe û Bafil Talebanî parve kir û bi Kurdî nivîsî:
"Birayê min Bafil Talebanî, dengê te dengê rastiyê ye, baweriya te ji bo xelkê te bilind e.
Em hemû bi te re ne, em nahêlin tu kes destdirêjiyê li te bike, dijminê te dijminê me ye, hevalê te hevalê me ye, tu qet nakevî, ji ber ku tu nîşana wêrekî û wefadariyê yî.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê her tim li dijî batilê bi ser bikeve."
Berbanga înê (22yê Tebaxa 2025an) hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê, bi ser Otel Lalezarê de girt ku cihê mana Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî bû.
Pevçûnan sê saetan ajot û wan otel kontrol kir û Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad desteser kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse