Li Dîlokê nêzîkî 90 ton pembû şewitî

27-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ereban a ser bi parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê agir bi pembû ket û di encam de nêzîkî 90 ton pembû şewitî.

Li gor agahiyan, pembûyê ku li qadeke vekîrî hatibû komkirin, ji ber sedemeke bediyar agir pê ketiye û ligel hemû hewlên karkeran bo vemirandina agir jî, di encamê de nêzîkî 90 ton pembû şewitiye.

Xwediyê cihê embarkirina pembûyê, Şerîf Ozdemîr diyar kir ku tîmên agirvemirandinê piştî ku gihîştine cihê bûyerê û di nav nîv demjimêrî de agir vemirandine.

Heta niha jî zelal nebûye ku sedema pêketina agir çi bûye û derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst