Li Agiriyê 'Qada Şakiro' hat vekirin: Gora wî jî tînin

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Agirî Şakiro Qada Bajêr a Şakiro Kurd Şaredariya Agiriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Agiriyê ya ku di bin birêvebiriya DEM Partiyê de, "Qada Bajêr a Şakiro" ya ku temam kiribû vekir.

Di merasîma vekirinê ya ku nûnerên partiyên siyasî, jin û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn de, Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras axivî.

Arasê got, "Beriya 5 mehan ev der wêraneyek bû. Wekî şaredariyên DEM Partiyê me ewil xeyala wê kir, piştre me dest bi kar kir.

Me ew wêrane veguherand beheştekê biçûk. Li her derê meydanên ku bi bajaran re bûne sembol hene.

Ev li Îranê Meydana Azadî ye, li Rûsyayê Meydana Sor e, li Amedê Meydana Deriyê Çiyê ye.

Me jî biryar da ku em meydanekê ji bajarê xwe re çêbikin. Me navê dengbêj Şakiro yê ku li vê axê derketiye û êş û şahiyên gel heta îro anîne, lê kir.

Bi vî awayî me hem spasiyeke derengmayî lê kir hem jî me lêborîn jê xwest."

"Hemû dengbêj ezîzên Kurdan in"

Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik jî got, "Em bi deng û kilamên Şakiro û dengbêjên din mezin bûn.

Hemû dengbêj ezîzên Kurdan in. Eger dengbêj nebûna dibe ku îro zimanê me tune bûya. Ji ber ku zimanê gelê Kurd qedexe bû.

Tevî ku li her derê zimanê me qedexe bû jî dengbêjan destê xwe dan ber guhê xwe û klamên xwe gotin.

Dengbêjan hem di rojên zilmê de hem jî di rojên xweş de dengê xwe bilind kir. Serhed bajarê dengbêjan e."

Gora Şakiro dê bînin Agiriyê

Li gorî nûçeya MAyê, Sakik amaje bi girîngiya dengbêj Şakiro ya ji bo Agiriyê kir û bi bîr anî ku gora Şakiro li Îzmîrê ye.

Sakik da zanîn ku wan ji bo anîna gora Şakiro ya ji bo Agiriyê dest bi hewldanan kiriye û got, eger malbata Şakiro jî erê bike ew dê havînê gora Şakiro veguhêzin Agiriyê.

Piştî axaftinan, Qada Bajêr a Şakiro bi govendê hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst