Amed (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê 2 keçên Malbata Kavakan ji ber tumora mejî mirin lê niha 3 keçên din ên malbatê bi nexweşiya tumora mejî ketine û rewşa yekê ji wan gelekî giran e.
Li navçeya Rezanê ya Amedê, Malbata Kavakan xwedî pênc keçan e lê belê di sala 2010an de du keçên wan, Eylema 21 salî û Zozana 19 salî, di nav 9 mehan de ji ber tumora li ser mejiyê wan jiyana xwe ji dest da.
Piştî mirina van her du xwişkan, dê û bavê wan, her 3 keçên xwe yên din jî birine pişkinînê û bi wan re jî heman nexweşî hatiye dîtin.
Niha Rêzana 30 salî, Hesreta 28 salî û Nûrhata 14 salî bi heman nexweşiyê têne dermankirin.
Rewşa Nûrhata 14 salî ya herî metirsîdar e. Bijîşk gotiye ku tumor bi lez û bez li ser mejiyê wê belav dibe û di cihekî wiha de ye ku nikarin dest bidinê.
Li gorî gotina bijîşkan, emrê Nûrhatê tenê 2 meh maye.
"Em tenê dixwazin bijîşkek Nûrhatê ji mirinê rizgar bike"
Bavê keçikan Mazhar Kavak li ser serpêhatiya nexweşiyên keçên xwe jî dibêje:
"Eylem û Zozan di 2010an de di nav 9 mehan de her du ji ber tumora di serê wan de jiyana xwe ji dest da.
Em dibêjin bila Rêzan, Hisret û Nûrhat bijîn. Di aliyê aboriyê de ji ti kesî daxwaza me tune ye.
Em mirovên bi rûmet in, eger pêwîst be em dê xaniyê xwe, baxê xwe, berxê xwe, cakêtê xwe bifroşin û herin di konan de bijîn. Tenê bila Nûrhat nemire û tedawiya wê bê kirin."
Dêya keçikan Muzeyyen Kavakê jî got: "Doktor got Nûrhat herî zêde yê 3 mehan bijî.
(Bijîşk) got, `eger ez bixim emeliyatê, ji maseyê ranabe` ji xwe qidûmê çokên me şikestibû, bi van gotinan çokên me bi temamî şikestin.
Ya Rebbî min dîtiye, bila ti dayik nebînin. Ez her roj li keça xwe dinêrim, her roj heta şeveqê ez li ber keça xwe nobetê digirim.
Her ku vedireşe ez ditirsim. Çimkî ya min a mezin li ser milên min verişiya û li ser milên min can da.
Ez ji Xwedê û ji we bijîşkekî baş dixwazim ku li ku darê dinyayê hebe bila ji min re bibin alîkar."
Nûrhat bi rewşa xwe nizane
Malbatê nexweşiya Nûrhatê jê veşartiye û ew nizane ku bijîşkan xebera xirab daye dê û bavê wê. Ç
Di dema ku tîma Rûdawê li wir bû jî, ji bo ku ew nizanibe ku ew ji bo wê li wir in, deriyê malê di ser wê de hat girtin û wê danustandinên wan nebihîstin.
Nûrhat dibêje: "Niha şant di serê min de ye. Ez berê jî emeliyat bûbûm. Ez tenê bijîşkan dixwazim û dixwazim baş bibim. Wekî din ti tiştî naxwazim."
Xwişkên wê jî bi heman nexweşiyê re têdikoşin
Xwişkên Nûrhatê, Rêzan û Hisret ku ew jî bi heman nexweşiyê re têdikoşin, şîna xwişkên xwe Eylem û Zozanê di dilê xwe de temirandine û êşa xwe ji bîr kirine.
Bi çavên girî, ew tenê dixwazin Nûrhata 14 salî baş bibe.
Rêzanê li ser nexweşiya xwe û xwişkên xwe got, "Ez Rêzan im. Du xwişkên min bi vê nexweşiyê mirine.
Şant di serê min de ye. Nûrhat jî va ye nexweş e. Em dixwazin dengê me bigihîje her kesî. Bila ji me re bibin alîkar. Em naxwazin Nûrhat jî bimire."
Her wiha Hisretê jî behsa Nûrhata xwişka xwe kir û got, "Doktor dibêjin 2 meh jiyan ji wê re maye.
Li ser pişta mejiyê wê tumor heye û belav dibe. Em bijîşkekî baş dixwazin, em dixwazin dengê xwe bigihînin pêwendîdaran.
Di serê min de jî tumor heye. Ez jî 6 mehan carekê di bin kontrola doktoran de me. Ji ber ku risk heye, emeliyat jî nakin.
Em ji bo xwişka xwe bijîşkekî baş dixwazin. Em dixwazin dengê xwe bigihînin her kesî. Ji destê me tiştek nayê."
Niha tenê daxwazeke malbatê heye, ew dixwazin ku ji qêrîn û hewara wan re bersiv û mizgîniyek bigihê wan û ji wan re bê gotin ku navê mirinê ji ser zimanê xwe rakin, dilê xwe aram bigirin – Nûrhat, Rêzan û Hisretê dê baş bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse