Li gor daneyên ANKA û Ajansa Anadoluyê, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li bajarê xwe Dêrsimê li pêş e
Hewlêr (Rûdaw) – Di gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de ji sedî 80 zêdetir sindoqên dengdanê hatin vekirin, li gorî encamên destpêkê yên Dêrsimê Kemal Kilidaroglu li pêş e.
Tirkiye îro ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê çû ser sindoqan. Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji saet 17.00an ve pêvajoya dengdayînê bi dawî bû û dest bi hejmartina dengan hat kirin.
Li gor daneyên ANKA û Ajansa Anadoluyê, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li bajarê xwe Dêrsimê li pêş e.
Li gorî ANKAyê rêjeya sindoqên vebûne: %84,2
Kiliçdaroglu: %84,12
Erdogan: %15,88
Li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê rêjeya sindoqên vebûne: %86,94
Kiliçdaroglu: %81,19
Erdogan: %18,81
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse