Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

28-05-2025
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê da zanîn ku Şiyar Cizîr 1ê Gulana 2025an li Metînayê û Baran Çiya jî 25ê Gulana 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Şiyar Cizîr: Navê wî yê fermî Omer Bayar e û ew ji Şirnexê ye.

Baran Çiya: Navê wî yê fermî Alan Elî ye û ew Kobaniyê ye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku Şiyar Cizîr 2014an û Baran Çiya jî 2015an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst