Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera polîs û welatiyekî ku biryara wî ya desteserkirinê hebû şer derket û ew welatî bi birîndarî hat desteserkirin.
Polîsan şeva borî li Taxa Qeleyê ya Siwêregê bi hinceta ku gumanbarê êrişa ser dikanekê ye xwest otomobîla R.Ç. rawestînin û wî desteser bikin.
Lê R.Ç. bi demançeyê gule berdan polîsan û ji cihê bûyerê reviya.
Polîsan R.Ç. şopand û mala ku xwe lê veşartibû dorpêç kir û jê xwest ku xwe radest bike.
R.Ç. xwe radestî polîsan nekir û di navbera wan de şerê bi çekan derket.
Piştî vê yekê tîmên taybet çûn cihê bûyerê û ji bo desteserkirina R.Ç. operasyon hat kirin.
Polîsên taybet di operasyonê de R.Ç. ji lingê wî birîndar kir û ew desteser kir.
Tîman R.Ç. di bin tedbîrên ewlehiyê de bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
R.Ç. dê piştî dermankirinê were desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse