Li Rihayê 2 malbat pev çûn: 2 kuştî û 9 birîndar

28-05-2025
RÛDAW
Nîşan Bêrecûk Pevçûn Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di şerê 2 malbatan de 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Heyderehmedê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê di navbera du malbatên xizmên hev de nîqaş derket.

Piştî nîqaşê endamên her du malbatan bi dar, kevir, kêr û çekan pev çûn û 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Ji birîndaran Mehmet Bulut û pismamê wî Îbrahîm Bulut tevî hewldanên bijîşkan jî mirin.

Hat ragihandin ku her 9 birîndarên din tên dermankirin.

Hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê û gundê Heyderehmedê tedbîrên ewlehiyê standine.

Lêkolîna ku derbarê bûyerê hatiye destpêkirin jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst