Misilmanên Kurdistanê pêşwaziyê li Cejna Qurbanê dikin

28-06-2023
RÛDAW
Nîşan Cejna Kurbanê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Îro li, Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê û li beşeke navçeyên Rojhilatê Kurdistanê yekem roja Cejna Qurbanê ye û Kurdistaniyên misilman  ji serê sibeha îro ve li mizgevtan nimêja bikom a cejnê kirin û pîrozbahî li hev kirin û piştre vegeriyan malên xwe û cejn li endamên malbata xwe û li cîran û xizmên xwe pîroz kirin.

Îro li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û beşek ji Rojhilatê Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê yekemîn roja Cejna Qurbanê ye. Li her cihekî ku misilman lê hebin îro dikine cejin. 

Merasîmên cejnê beriya demjimêr 05.00 serê sibehê dest pê kir û xelkê berê xwe dane mizgeftan, beşdarî nimêj û gotara cejnê bûn. Weke nerîtekê, misilman cilên nû û bêhneke xweş jî li xwe dikin û piştî nimêjê, bi dorê cejna hev pîroz dikin.

Li Herêma Kurdistanê nimêja cejna Qurbanê hat kirin

Li bajar û gundên Herêma Kurdistanê serê sibeha îro nimêja cejnê hate kirin û  welatiyan hevdu aza kirin û piştre dest bi qurbaniyan dikin. 

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Ebdula Weysî di gotara nimêja cejnê de li mizgefta mezin a Diyana daxwaz ji aliyên siyasî kir ku rûpeleke nû li gel hevdu vekin û pirsgirêkan çareser bikin, 

Ebdula Weysî got ku niha dema wê yekê hatiye ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bêne çareserkirin û aliyên siyasî pêngavan bavêjin bo çareserkirina nakokiyan

 Li Hewlêrê welatiyan nimêja cejnê kirin

 Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê weke bajarên din ên Kurdistanê, îro welatiyên misilman jibo nimêja cejnê çûne mizgevtan.

 Piştî xwandina nimêja cejnê, welatiyên misilman cejna Qurbanê li hev pîroz kirin. Welatî piştre diçin malên xwe û pîrozbahiya cejnê li endamên malbata xwe dikin û paşê jî jibo pîrozbahiyên cejnê serdana cîran û xizm û kesûkarên xwe dikin.

Li Amedê welatiyan piştî nimêje cîger

Li Amedê û bajarên din yên Bakurê Kurdistanê welatiyan berê xwe dane mizgeftan û nimêja cejnê kirin.

 Li mizgefta Mezin a Amedê bi sedan welatî beşdarî nimêja cejnê kirin, xelkê Amedê li Bakurê Kurdistanê piştî nimêja cejnê serdana goristanan dikin. Piştre jî weke kultûr wan, welatiyan serdana mala hevdû dikin.

Herwiha li Amedê beşek ji welatiyan piştî nimêja Cejna Qurbanêberê xwe dan cigerpêjan û di taştê de kebaba cigerê xwarin.

Li Rihayê mizgeft tejî bûn

Li parêzgeha Rihaya ya Bakurê Kurdistanê welatiyên misilman berê xwe bo nimêja Cejna Qurbanê berê xwe dan mizgeftan.

Welatiyan mizgeft tijî kirin û welatiyên di hundirê mizgeftan de cih nedîtî li hewşên mizgevtan nimêja cejnê kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê welatî pêşwazî li cejnê tê dikin

 Li bajarê Rojavayê Kurdistanê jî weke perçeyên din ên Kurdistanê, îro welatiyên misilman ji bo nimêja cejnê çûne mizgevtan.

Li bajarê Qamişlo welatî bi çalakiyên curbicur pêşwaziyê li Cejna Qurbanê dikin. Beşek welatî serdana goristanan dikin û diayê  ji miriyên xwe re dikin.

Endamên malbatê û cîran cejnê li hev pîroz dikin û herwiha zarokan jî cilûbergên xwe yên cejnê li xwe kirine û ji bo şiker digerin.

Li parêzgehên herêma erdhejê nimêja eydê hat kirin

Li parêzgehên erdhejên navend Meraş ên 6ê Sibatê tesîr lê kir ên Kilîs, Semsûr, Meletî û Mereş nimêja cejnê hat kirin.

Li Kilîsê bi minasebeta Cejna Qurbanê welatiyan berê xwe dan mizgeftan, nimêj kirin û dia kirin.

Li Mizgefta Haci Omer Faruk Kayabaşê ji ber qelebalixiyê hin welatiyan li dervayî mizgeftê nimêj kirin.

Semsûr

Li Semsûrê jî gelek welatiyan sibehê zû ji bo nimêja Cejna Qurbanê çûn Mizgefta Emir Sultan. 

Şaredarê Semsûrê Suleyman Kilinç diyar kir ku ew eyda hemû alema Îslamê pîroz dike û wiha got, "Wek şaredarî ekîb hemû ji bo xizmeta gel li qadê ne."

Meletî

Li Darendeya navçeya Meletiyê jî welatiyan ji bo nimêja cejnê berê xwe dan Mizgefta Somuncu Baba.

Piştî nimêja qelebalix, Weqfa Hulusi Edendi xwarin îkramî welatiyan kir.

Li Rojavayê Kurdistanê welatî pêşwazî li cejnê tê dikin

 Li bajarê Rojavayê Kurdistanê jî weke perçeyên din ên Kurdistanê, îro welatiyên misilman ji bo nimêja cejnê çûne mizgevtan.

Li bajarê Qamişlo welatî bi çalakiyên curbicur pêşwaziyê li Cejna Qurbanê dikin. Beşek welatî serdana goristanan dikin û diayê  ji miriyên xwe re dikin.

Endamên malbatê û cîran cejnê li hev pîroz dikin û herwiha zarokan jî cilûbergên xwe yên cejnê li xwe kirine û ji bo şiker digerin.

Li herêma Efrînê welatiyan serdana goristanan kirin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, sibeha Cejna Qurbanê, welatiyan serdana goristanan kirin.

Li gundê Xirabê Şera yê Efrînê, welatiyan serdana goristanê kirin û miriyên xwe bibîranîn.

Ev dîmenên sibeha cejnê ne ji gundê Xirabê Şera û taybet bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Li hinek navçeyên Rojhilatê Kurdistanê îro cejn e

Berovajî biryara hikûmeta Îranê ku roja Pêncşemê weke yekem roja Cejna Qurbanê destnîşan kiriye, îro li beşeke bajarên parêzgeha Kirmaşan, Sine , Urmiyê, Merîwan, Seqiz, Şino, Mehabad, Pîranşar û hin navçeyên din ji aliyê mamosteyên olî yên sunne mezheb ve weke yekem roja Cejna Qurbanê hat diyar kirin.

Misilmanên Rojhilatê Kurdistanê wek misilmanên parçeyên din ên Kurdistanê merasîmên nimêja cejnê encamdan û cejna hevdu pîroz kirin. 

Biryar e sibe li Îranê û beşek ji bajarên şîe yên rojhilatê Kurdistanê bibe yekem roja Cejna Qurbanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst