Li Sêwasê qeza: 9 kes birîndar bûn

28-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navçeya Hafîk a ser bi  Sêwasa Kurdistanê ve du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 9 kes birîndar bûn ku jê 4 zarok bûn.

Otomobîla Î.A. (31)  diajot  û otomobîla ajokarê wê E.Y. (35) li ser rêbejaya Sêwas-Erzinganê li nêzîkî gundê Yarhisarê li hev qelibîn.

Di qezayê de ji xeynî ajokaran, K.A. (29), M.A. (5), A.Î.A. (2), Y.Y. (38), M.Y. (38), O.F.Y. (10) û D.Y. (4) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tendirustî, polîs û cendirmeyan bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar bi destê ekîbên tendirustiyê bo nexweşxaneyên dewletê yên li Hafik û Zarayê hatin veguhestin.

Ji van birîndaran O.F.Y. û D.Y. ku zarok in û rewşa wan dijwar e, veguhestin nexweşxaneyeke din a li Sêwasê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst