Li Meletiyê komkirina gilyazan destpê kir

28-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ve, demsala komkirina gilyazan destpê kir.

Li navçeya Çirmikê îsal cotkaran ji ber bandora erdhejê, zêde nikaribûn bi bexçeyên xwe ve mijûl bibin û barana zêde ya biharê jî zerar da bexçeyên gilyazan, lê tevî vê yekê jî berhemê gilyazan baş e.

Cotkarên Çirmikê dest bi komkirina gilyazan kirine. Cotkar gilyazên xwe kom dikin û piştî pakêtkirinê dişînin bazarê.

Cotkar Ahmet Danaci got: “Komkirina gilyazan destpê kir, em girîngiyê didin kalîteya baş. Em girîngiyê didin daran jî. Îsal baş e, lê zerara baran û zîpikê zêde bû. Ji ber wê em ji nav hildibijêrin, eger na berhem baş e. Lê dîsa jî bandoreke nerênî li bazarê kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst