PAK û HAK-PAR: Bila ev cejn bibe destpêka aştî û azadiyê

28-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) her yekê cuda bi boneya Cejna Qurbanê peyam belav kirin û ev cejn li misilmanên Kurdistanê û li hemû misilmanên cîhanê pîroz kirin.

PAKê bi helkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Di peyama xwe de dibêje: “Bi hêvî, bawerî û daxwaza ku Cejna Qurbanê ji gelê me û ji hemû mirovahiyê re bibe destpêka jiyaneke bitenduristî, birûmet û mirovane; bibe destpêka aşitî, aramî û demokrasiyê; bibe destpêka azadiya Kurdistanê, em Cejna Qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û yên li derveyî welêt û cejna hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.”

HAK-PAR jî bi peyamekê  Cejna Qurbanê li hemû Misilmanan û bi taybetî li gelê Kurd pîroz kir.

Peyama HAK-PARê wiha ye:

“Sed sal e welatê me Kurdan hatiye perçekirin, gelê me di qirkirin û qetlîaman re derbas bûye; lê belê bi berxwedan û têkoşîna azadiyê tu wextî serî netewandiye, bê guman ew dê rojekê bi ser bikeve.

Ew roj dê bibe cejna herî xweş û herî mezin.

Em di wê baweriyê de ne, ku em dê bi hişmendiya neteweyî, gav bi gav saziyên xwe ava bikin û li hemû nirxên xwe, ziman, çanda xwe ya ku ji aliyê kolonyalîstan ve têne paşguhkirin û îmhakirin, xwedî derkevin. Em dê jî hemû cejnên xwe di nav aramî û aştîyê de bi serbestî pîroz bikin.

Bi vê baweriyê em wek HAK-PAR Cejna Qurbanê li hemû Misilmanan bi taybetî li Gelê Kurd pîroz dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst