Qesabên ne şareza dest û lingên xwe birîn

28-06-2023
RÛDAW
Qesabên ne şareza dest û lingên xwe birîn
Qesabên ne şareza dest û lingên xwe birîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sibeha Cejna Qurbanê piştî nimêja cejnê gelek welatiyan kêrê xwe tûj kirin û xwestin ajalên qurbanê serjê bikin, lê ji ber di karê xwe de ne pispor bûn, hinekan dest û hinekan jî lingê xwe birîndar kirin.

Di Cejna Qurbanê de, malbatên ku derfetên wan hene, pez an dewarekî dikirin û serê sibehê piştî nimêja cejnê, zilam dest bi serjêkirin û perçekirina goşt dikin. Lê her kes ne qesab e û gelek caran bûyerên nexwestî çêdibin. Hinekan ji wan di dema serbirîna qurban de dest û tilîkên xwe, hinekan jî lingê xwe birîndar kirin.

Her sal heman bûyer û dîmen dûbare dibin.

Welatiyek dibêje: “Min dewar serjê dikir. Îşê min tam xilas dibû min serjê kiribû, bi carekê bi şaştî serê kêrê li destê min ket û wiha lê hat û destê min birîn bû.”

Welatiyekî din jî got: “Min ajal serjê kir, min tam dest bi kevelkirinê kir ajalê di nav destê min de pehîn avêt û kêr li destê min ket.”

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê qesabên ecemî ker li dest û lingên xwe xistin û birîndar bûn. Qesab ji bo ku birînên wan bên dermankirin çûn nexweşxaneyan.

Herçiqas ev welatiyên ku xwe wek qesab dibînin dibêjin, bi salane vî karî dikin lê encam wiha xuya nake.

Îsal jî li parêzgehên Kayserî û Kirklarelî yên Tirkiyê çend kesên ku dixwestin qurbanê xwe ser jê bikin, bi rengekî rengan xwîna xwe jî rijandine.

Welatî Vehbi Çetin got: “Min beran serjê dikir, tam dema min movika sitû ya dawî dibirî kêr şemitî û li lingî min ket.”

Hinekan dema ajal serjê dikir, hinekan dema kevil dikir û hinekan jî dema hûr dikirin dest û lingê xwe birrîne.

Li Erzerom, Agirî û Erdexanê welatiyên dema qurban şerjê dikirin xwe birîndar kirin, çûn nexweşxaneyan.

Erzerom

Li Erzeromê di roja ewil a Cejna Qurbanê de welatiyan tekbîr anîn û qurbanên xwe serjê kirin.

Hin welatiyên dema qurban serjê kirin xwe birîndar kirin, serî li servîsên bilez ên nexweşxaneyan dan.

Li navçeya Xoresanê canege lingê qesab Mehmet Taş lingê wî şikênand. Taş diyar kir, wî pir hewil da ku cihekî xwe birîndar neke, lêbelê dewar derbe lê xist û lingê wî şikênand.

Taş wiha axivî, "Ez 10 sal eqesab im, lê hê gelek tişt hene divê fêr bibim. Ne bi tenê derbên kêran, divê mirov li hemberî derbeyên heywanan jî baldar be."

Hin kes piştî temambûna tedawiyê bo malên xwe hatin şandin, hinek jî di bin çavdêriyê de hatin girtin.

Agirî

Li Agiriyê li serbijêriya şaredariyê qurban hatin serjêkirin. Hin kesên dema qurban serjê kirin xwe birîndar kirin, çûn servîsên bilez ên nexweşxaneyan û tedawî bûn.

Li bajêr hin qurbanên revîn jî bi hewla welatiyan hatin girtin.

Îbrahîm Yilmazê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê hat dermankirin û diyar kir gava qurban dihat serjêkirin, wî qiloçê heywan girtibû û ew ji destê xwe birîndar bû.

Erdexan

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê jî 6 qesabên ecemî hatin dermankirin.

Alîkarê Serhekîm Oguzhan Tugrul ji peyamnêrê diyar kir, berî nîvro 6 qesabên ecemî yên rewşa wan ne pir cidî ye serî li nexweşxaneyê dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst