Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê termê zarokekî 13 salî di Çemê Batmanê de hat dîtin.
Doh li ser agahdarkirina malbata zarokê winda tîmên lêgerînê dest bi kar û xebatan kiribûn û tîmên bin avê yên Şaredariya Êlihê jî di nav Çemê Batmanê de karê xwe berdewam dikirin.
Hat ragihandin ku derengiya şevê termê zarok di nav çem de hatiye dîtin û tîman bi armanca otopsiyê biriye nexweşxaneyê.
Bi hatina demsala havînê re bûyerên xeniqînê jî zêde bûne.
Li gorî amaran sala borî tenê li parêzgeha Êlihê 10 kes di çeman de xeniqîbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse