DÊRSIM - Li Parka Seyîd Riza ‘Aşûreya Yekîtiyê’ hat amadekirin

28-07-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Parka Seyîd Riza Aşûre
A+ A-

Dêrsim – Ciwanên ku li ser hesabê Instagramê yê bi navê "Dersimgram" li hev kom bûn, bi pereyên ku bi alîkariya hev kom kirin, ji bo 2 hezar kesan aşûre çêkirin û li welatiyan belav kirin.

Hesabê Dersimgram yê ku bi 150 hezar şopînerên xwe li ser dîrok, çand, bawerî û xwezaya Dêrsimê parvekirinan dike, bi wesîleya meha Mûheremê ya ku ji bo Elewiyan pîroz e, kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin.

Bi pereyên ku hatin komkirin, ji bo 2 hezar kesan "Aşûreya Yekîtiyê" hat amadekirin.

Li Parka Seyîd Riza, beriya belavkirina aşûreyê, Dedeyê Ocaxa Qureyşan Kadîr Bulut gulbang xwendin.

Piştî diayan, loqme hatin parvekirin û paşê aşûre li welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûbûn hat belavkirin.

Ciwanên Dêrsimê ji bo yekîtiyê li dora aşûreyê civiyan

Birêvebirên hesabê Dersimgram diyar kir ku ew dê ji bo bidawîanîna bûyerên tundiyê yên ku di demên dawî di navbera ciwanan de zêde bûne û ji bo xurtkirina yekîtiya civakî çalakiyên xwe bidomînin.

Dedeyê Ocaxa Qureyşan Kadîr Bulut got, "Îro rojiya Mûheremê bi dawî bû, kê rojî girtibe bila qebûl bibe, kê aşûrê çêkiribe bila qebûl bibe.

Em wekî rûpela Dersimgramê bi ciwanan re li hev civiyan û ji ber meha Mûheremê me aşûre çêkir û belav kir."

Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn zimên û spasiya kesên ku ev çalakî organîze kirine kirin.

Welatiyê bi navê Mehmet Turan got, "Bila her kes were aşûreyê bixwe. Kê ev aşûre çêkiribe, bila 12 Îmam niyeta wan qebûl bikin.

Miletê me jî xwedî li vê derketiye û hatiye aşûreyê dixwe."

Welatiyê bi navê Yaşar Yildiz jî got behsa parastina ciwanên Dêrsimê kir û wiha got:

"Em dixwazin ku zarokên Dêrsimê piştî me jî di rêya baweriya me, rêya Duzgun Baba û rêya Qureyşan de bimeşin.

Em naxwazin li Dêrsimê ciwan bikevin dû madeyên hişbir û tiştên xerab. Em ên ku li Ewropayê dijîn dibêjin bila li pey rêya xwe biçin."

Şêniyê Dêrsimê yê bi navê Sînan Baytekin jî got, "Em ji vê re dibêjin Aşûreya 12 Îmaman, di zarokatiya me de jî wisa digotin.

Îro loqme jî tê belavkirin, kî vê yekê pêk tîne bila Xwedê jê razî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst