Ahmed Turk derbarê xercî û kêmgiriyên di heyama şaredariya xwe û qeyûmê pêştir de amar belav kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Mêrdînê Ahmed Turk ku ji kar hatiye dûrxistin, ragihand ku xerciyên ji aliyê qeyûmê bo şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman ve hatiye eşkerekirin rast in û ti nelirêtî nekirine.
Ahmed Turk derbarê xercî û kêmgiriyên di heyama şaredariya xwe û qeyûmê pêştir de amar belav kirin.
Turk bi bîr xist ku di Mijdara 2016an de dema ew şarêdarê Mêrdînê bi awayekî antîdemokratîk ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat danîn, lê ew di hilbijartinên 31ê Adarê de dîsa bi dengê xelkê Mêrdînê wek şaredar hat hilbijartin.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk da zanîn ku piştî serkevitina wî ya di hilbijartinan de herî kêm 75 hezar kesan bo pîrozbahiyê serdana wî kirine û berî qeyûm li şûna wî were danîn jî ew serdan berdewam bûn.
Turk got: “Fatureyên duh ji aliyê qeyûm Mustafa Yaman ve yên derbarê şaredariya me de hemû rast in. Me di xerciyên xwe de ti nelirêtî nekirine.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse