Li Til Temirê hêzên Rûsî rê li ber hêzên Amerîkî girtin

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amerîka Rûsya Dewriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li devera gundê Qibûr el Xeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê, gereke serbazî ya Rûsî rê li ber gereke serbazî ya Amerîkî girt.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), duh 27ê Îlona li devera gundê Qibûr el Xeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê, gereke serbazî ya Rûsî rê li ber gereke serbazî ya Amerîkî girt û di encamê de gera Amerîkî rê ya xwe guhert.

Li gor heman çavkaniyê dewriya Amerîkî berê xwe da gundê Derdare, lê dewriya Rûsî li pey gera Amerîkî çûn nav gund, û serbazên herdû aliyan peya bûn û li gel hev axivîn, piştre dewriya Amerîkî vegeriya.

22ê Tebaxê jî, li ba gundên Demxiye û Til Deheb li başûrê Qamişlo, hêzên hikûmetê rê li ber gereke serbazî Amerîkî girtin, piştre gera Amerîkî di rêya xwe de vegeriya.

Li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîkî û Rûsî gerên serbazî encam didin. Hêzên Amerîkî zêdetir li wan navçeya ne ku petrol lê heye, ev jî li nêzîk sînorê Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ne ku dikeve navçeya Rimêlan, Qamişlo û bajarên din ên Kurdî.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêkevtinek li gel Moskow û Şamê encam da bo hêzên xwe li çend navçeyan di bin kontrola şervanên HSDê de belav bikin taybetî jî li wan navçeyên Amerîkayê hêzên xwe jê vekişandibûn.

Herwiha jibilî hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî jî li deverên di bin kontrola şervanên HSDê de gerên serbazî encam didin, lewma di heyamên derbasbûyî de ev çendîn car e hêzên herdu welatan tên hemberî hev û alozî rû didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst