Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeyeke hevbeş a Dîwana Ewqafên Olên Xiristiyan, Êzidî û Sabiî Mendaî ya Lijneya Wezîran a Îraqê ya bi serokatiya Serokê Dîwanê Dr. Ramî Cûzêf Axacan pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa pêkhateyên olî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Her wiha derbarê amadebûn, beşdarî û hevbeşiya pêkhateyên Xiristiyan, Êzidî û Sabiî Mendaî di post û saziyên siyasî û îdarî yên Îraq û Herêma Kurdistanê de nêrîn hatin guhartin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berfirehkirin û kûrkirina çanda pêkvejiyan û hevqebûlkirinê di hemû astên jiyanê de, bi taybetî di warê perwerde û xwendinê de, kiriye.
Şandeyê pesnê rol û xwedîderketina Nêçîrvan Barzanî da û ji ber kar û piştgiriya wî ya ji bo pêkhateyan spasiya kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe ya ji bo misogerkirina hemû mafên pêkhateyan ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê "her tim wekî niştimanê pêkvejiyan, hevqebûlkirin û efûkirinê ji bo hemûyan bimîne û dê bibe parêzvanê mafên wan."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse