Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser komkujiya Kurdên Êzidî û got, ”Dema mirov komkujiya Kurdên Êzidî dibîne dilê mirov xwîn dibe.”
Serok Mesûd Barzanî li Zanîngeha Dihokê tevlî Konferansa Komkujiya Kurdan bû axaftinek pêşkêş kir.
Serok Barzanî amaje pê kir ku komkujiya li ser gelê Kurd “bi plan û bernameyan” dest pê kiriye û got, “Qedera gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de her êş, azar û zulm bûye.
Serok Mesûd Barzanî ragihand ku tawanên jenosîdê ew qasî mezin in ku qet û qet nayên jibîrkirin.
Serok Barzanî hêvî xwest ku hilbijartinên meha pêşiya me yên Îraqê rewşeke baştir û aramtir bînin holê.
Serok Barzanî got, “Divê destûr bibe dadwer di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de û di navbera her welat û hikûmetan de.
Eger destûr bibe navbeynkar, ti pirsgirêkên me namînin lê eger biryar li ser bingeha kêfa şexsî bin dê pirsgirêk berdewam bikin û mezintir bibin.”
Serok Barzanî her wiha got, “Mixabin em dibînin ku hîn jî hinek kes di bin bandora wê çanda ku Kurd pê hatin enfalkirin de mane. Nabe ew çand li Îraqê bimîne.”
“Cîhan qedrê aştîxwaziya Kurdan nizane”
Serok Barzanî di gotara xwe de behsa qonaxên jenosîda Kurdan kir û got ku jenosîd bi awayekî plankirî dest pê kiriye.
Serok Barzanî qonaxên jenosîda Kurdên Feylî, Barzaniyan, kîmyabarana Helebceyê û jenosîda Kurdên Êzidî bi bîr xist û got, “Ev hemû nîşan didin ku çi zilma li Kurdan hatiye kirin û Kurdan ji bo van destkeftan çi qurbanî daye.”
Serok Barzanî da zanîn ku gelê Kurd tevî wan tawanên mezin, tolhildan nekir û raperîna sala 1991an bi bîr xist ku du feyleqên artêşa Îraqê ketin destê Pêşmergeyan û xelkê lê ti leşkerekî Îraqê nehat kuştin û heqaret lê ti kesî nehat kirin.
Serok Barzanî di berdewamiyê jî de got, “Gelê Kurd ev ders da min û tevahiya cîhanê.
Mixabin qedr û qîmeta vê helwestê hîn jî nayê zanîn. Li Kurdistanê tiştê ku qewimî, li ti welatekî cîhanê nebûye.”
Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya wê yekê kir ku nifşên nû bizanibin ev azadî bi çi berdêlê hatiye bidestxistin û got, “Ev azadî ne mineta kesî ye û kesî xêra xwe bi me nekiriye.”
“Divê Enfal wekî jenosîd bê naskirin”
Serok Barzanî xwest ku garantî hebe da ku ew tawan careke din ne li Kurdistanê û ne jî li ti cihekî din ducare nebin.
Serok Barzanî pesnê xweragirî û îradeya gelê Kurd da û got, “Dîrokê nîşan daye ku ti carî dîktator bi ser neketine û her tim şermezar bûne.”
Serok Mesûd Barzanî daxwaza qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê kir û got, “Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku mafên wan kesan biparêze.”
Serok Barzanî bangî parlamentoyên cîhanê kir ku Enfalê wekî jenosîd nas bikin û ji Hikûmeta Îraqê jî xwest ku di vê mijarê de alîkar be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse