Wezareta Çandiniyê: Em ji Îranê ajelan nakirin û nexweşî belav nebûye

28-10-2025
RÛDAW
Nîşan Tebeq Ajel Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ajelan ji Îranê nakirin.

Di nav ajelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de nexweşiya tebeqê belav bûye.

Li gorî berpirsên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, nexweşiya tebeqê li 270 cihên cuda belav bûye.

“Bazar 4 hefteyan girtî ne”

Birêvebirê Vêterîneriyê yê Urmiyeyê Umîd Xelîlzade doh ragihand:

"Bi mebesta rêgirtin û rawestandina belavbûna nexweşiya tebeqê, hemû bazarên firotina ajelan ên li parêzgehê dê 4 hefteyan bên girtin."

“Ti nexweşiya ajelan belav nebûye”

Birêvebirê Samana Ajelan ê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Fîras Sidîq jî îro ji Rûdawê re got:

"Li Herêma Kurdistanê ti nexweşiya ajelan belav nebûye û yên ku tên hawirdekirin jî tên karantînekirin."

Fîras Sidîq da zanîn ku hawirdekirina ajelan di bin çavdêriyê de ye û got:

"Em ajelan ji Îranê hawirde nakin lê ew ajelên ku di nav Îranê re transît tên hawirdekirin, sê rojan tên karantînekirin.

Em ji saxlemiya wan piştrast dibin, paşê rê bi hawirdekirina wan tê dayîn."

Tebeq nexweşiyeke vîrusî ye û di nav ajelan de zû belav dibe lê derbasî mirovan nabe.

Nexweşî bandorê li du cihên sereke yên ajelê dike: Nava dev ku dibe sedema derketina lîkê û paşê dibe peqpeqonkên mezin û biêş.

Ev yek nahêle ku ajel karibe kayîna xwe bike. Her wiha ajel dikule û nikare bimeşe.

Li gorî amarên Birêveberiya Samana Ajelan a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 5 milyon pez û 250 hezar dewar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst